Rêjeya hejariyê ya li Iraqê daket sedî 17’an
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî ragihand ku rêjeya hejarî ya sala 2022’an gihiştibû ji sedî 23’ê, lê ji ber karûbarên hatin kirin daketiye ji sedî 17’an.
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî ragihand ku rêjeya hejarî ya sala 2022’an gihiştibû ji sedî 23’ê, lê ji ber karûbarên hatin kirin daketiye ji sedî 17’an.
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî têkildarî daketina rêjeya hejarî ya li Iraqê ji medyaya Iraqê re axivî.
Ebdulzehra Hendawî destnîşan kir ku îsal bi rengekî ber bi çav rêjeya hejarî li Iraqê kêm bûye û got: “Ev yek di encama siyaset û karûbarên cuda cuda yên di çarçoveya kêmkirina hejariyê ya hikûmetê de pêk hatiye.”.
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî diyar kir ku li gorî anketên dawî ya Wezareta Pilandanîn ya bi hevkariya saziyên amarên navendî ve hatiye encamdan, rêjeya hejarî daketiye ji sedî 17’an.
Hendawî bibîr xist ku ev rêje sala 2022’an ji sedî 23’ê bû.
Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî anî ziman ku tê pilankirin ku di sala 2026-2030’î rêjeya hejariyê kêmtir bikin.